Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şert û mercên wî yên ewlehî, tenduristî û azadiya wî dê li ser twîtterê kampanyayeke mezin were desptêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şert û mercên wî yên ewlehî, tenduristî û azadiya wî dê li ser twîtterê kampanyayeke mezin were desptêkirin.
Kampanyaya Hashtagê dê îro êvarê li gor seata Amed’ê 21:00’an, bi saeta Ewropayê 19:00’an li ser twîtterê destpê bike û hedefa kampanyayê ragihandina grevên birçîbûnê ji bo hemû cîhanê ye.
Daxuyanî bi zimanê îngilîzî, kurdî û tirkî hate amadekirin û ev bang hate kirin: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye qonaxeke kritîk. Ji bo pêkanîna daxwazên Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê bi armanca ku CPT û Konseya Ewropa bikevin dewrê û erka xwe pêk bînin, 6’ê çileyê li ser tevna civakî em ê kampanyayê bidin destpêkirin.”
Kampanyaya Hashtagê dê li ser hesabê @hungerstrikes were destpêkirin.
Her wiha rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de gelek krîtîk e. Çalakiya Leyla Guven di roja 59’an, li Hewlêrê di roja 46’an û ya li bajarê Fransa Strasboûrg û li Galler a Brîtanyayê jî di roja 20’an de didome. Li aliyê din li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên girtiyan jî di roja 21’an de didomin