Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya gerîlayekî 4’ê Çileyê li Îdirê di dema çalakiyê de şehîd ket, eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand:
“Di daxuyaniya xwe ya 5’ê Çileya 2019’an de me ragihandibûn ku 4’ê Çileyê li dijî artêşa TC a dagirker ku li dora qereqola Axurî ya Îdirê derketibû operasyonê çalakî hatiye kirin û hevalê me Ozgur Ronî yê bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kir, şehîd bûye. Nasnameya hevalê me wiha ye:
Nasnav: Ozgur Ronî
Nav paşnav: Abdullah Aygun
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Çîgdem-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Çileya 2019’an / Îdir
OZGUR RONÎ
Hevalê me Ozgur Ronî sala 1995’an li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Serî li ber zext û faşîzma TC’ê netewand û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Hevalê me Ozgur ku rastiya dijmin nas kir, ji dil tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi fedakarî, dilnizmî û dilpakiya xwe hate naskirin. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, bû yek ji wan hevrêyên me ku bi awayekî herî xurt têkoşiya. Heta kêliya dawî ji bo azadiya Kurdistanê şer kir.
Di şexsê malbata hevrêyê me Ozgur de em sersaxiyê li gelê Kurdistanê re dixwazin û careke din soz didin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”