Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hêrsa ciwanan her diçe zêde dibe. Her wiha li her derê piştgiriya çalakvanên zindanê yên greva birçîbûnê mezin dibe.
AMED- Ciwanên welatparêz ên Rêzanê li Amed’ê li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirya Berxwedanvanên Zindanan di seatên şevê de meşekî protestoyê li darxistin. Ciwanan Bi tililî û diruşman ketin kolanan û tecrîd şermezar kirin.
Di meşa ciwanan de li dijî tecrîdê ‘’Bijî Berxwedana Zindanan’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Leyla Guven Rumeta me ye’’, ‘’Şehîd Namirin’’ berzkirin. Gelê Rêzanê jî bi derketina şibakan bi tilîliyên xwe piştgirî dan ciwanan.
Meş bi belavbûna ciwanan dawî bû.