Jinên Xwendekarên Kurdistanî ( JXK ), fîlma ” Jiyana Min Her Şer Bû” a ku jiyan û têkoşîna Şehîd Sara vedibêje li çar bajarên li Almanya bide temaşekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- 3 pêşengên şoreja jinên Kurdistan Sara, Rojbîn û Ronahî, di 9’ê Çileya 2013‘an de ji hêla dewleta Tirk ve li Parîsê hatibûn qetilkirin. Rêxistinên jinan vê hefteyê ji bo bîranîna wan bi çalakî û bizaviyan ve têjî dikin. Jinên Xwendekarên Kurdistanî ( JXK ) jî, fîlma ” Jiyana Min Her Şer Bû” a ku jiyan û têkoşîna Şehîd Sara vedibêje li Berlîn, Bochum, Koln û Bielefeldê bînin ber temaşevanan. JXK,di serî de jinên ciwan hemû Kurd û enternasyonalîstan vedixwînin vê çalakiya bêmişe. Fîlm û pirtûka “ Jiyana min Her Şer Bû” ji zarokatiyê vir ve jiyan û têkoşîna Şehîd Sara vedibêje.
Dîrok û Cihên Pêşkeşiyê:
– BIELEFELD: Kurdistan Zentrum, Herbert-Hînnendahl-Strasse 11a, 33602 Bîelefeld
11.01.2019 | 21:00
– BERLÎN: Kurdîscher Vereîn, Resîdenzstrasse 54, 13409 Berlîn
11.01.2019 | 16:00
– BOCHUM: Bochum Ûniversîtesî, Raum GBCF 04/411
15.01.2019 | 17:00
– KOLN: Kalk-Mûlheîmer-Strasse 124, 51103 Koln
18.01.2019 | 18:30