Îro li Silêmaniye berê seatekî Ciwanên Welatparêz xwestin pêşangehekî pirtukan vekin.Lê asayişa YNK êrîşê ciwanan kir û 3 kes xistin binçavan.
SILÊMANİYE- Îro li Silêmaniye berê seatekî Ciwanên Welatparêz xwestin ku ji bo bal bikşîin tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bîranîna Sê Jinên têkoşer ên li Parîsê hatin qetilkirin de pêşangehekî pirtukan vekin. Lê asayişa YNK ên Silêmaniye hatin mudaxale ciwanan kirin û dest danîtin li ser pirtukan. Asayiş ji ciwanan re got ku hun nikarin li vir vê standê vekin. Piştre jî 3 ciwan xistin binçavan Kesên ku hatina binçavkirin nehat zan3in ku birin ku derê.
Kesên ku hatine binçavkirin navê wan Aram Kadiraziz, Hozan Muhammed, Rêzan Omer e. Hêj jî kesên ku hatine binçavkirin agahî nehatiye girtin.