Jibo şermezarkirina gefên dewleta tirk li ser axa bakûr û rojhilatê sûryeyê de meclisa malbatên şehîdan li bajarê qamişlo meşek bi girseyî li darxistin .
QAMİŞLO- Bi hezaran gel û malbatên şehîdan yên herêma Cizîrê û bi pêşengtiya meclisa malbatên şehîdan Jibo şermezarkirina gefên dewleta tirk li ser axa bakûr û rojhilatê Sûryeyê de li bajarê Qamişlo meşek bi girseyî li darxistin. Gel wêneyên şehîdên azadiyê yê ku jibo azadiya gelan canê xwe feda kirin û pankartên li ser nivîsandibûn ” na ji dagirkeriya dewleta tirk li ser axa me” rakirin.
Kombûyîn li ber qada Osman Sebrî destpê kir û meşiyan û bi dengê sloganan li nav kolanên qamişlo geriyan û li cem saziya malbatên şehîdan bi dawî bû.