Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şehîdan eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şehîdan eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
“Rêhevalê me yê enternasyonelîst Hîwa Bosco di 7’ê Kanûna 2018’an de li Dêrikê di encama qezayekê de şehîd bû.
Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Hîwa Bosco
Nav û Paşnav: Giovanni Francesco Asperti
Navê Dayikê: Vittoria
Navê Bav: Pietro
Cihê Jidayikbûnê: Îtalya / Bergamo
Cih û Demê Şehadetê: Dêrik / 7’ê Kanûna 2018’an
Bi hezaran şervanên ji her netewe, di demeke ku têkoşîna me mezin û xurt dibe de, berê xwe dan Rojava û bûn kedkarên şoreşê. Yek ji van lêgerînvanên azadiyê jî rêheval Hîwa Bosco yê ku bi eslê xwe ji Îtalya ye. Wek her şervanek enternasyonel yên ku ji navgîna azadîxwaz û demokratîk a şoreşa Rojava bandor bûn, rêheval Hîwa jî bi heman hest û hizrê berê xwe da nav refên azadiyê. Di dirêjahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi aliyên xwe yên kedkar û jêhatî li pêş bû û bû xwedî seknek mînak a jiyana şoreşgerî. Her tim veguhertina di kesayeta xwe de esas girt û vê yekê li ser rêgezên pîvanên têkoşîna azadiyê pêk anî. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî her tim li ser vê xeta ku pê bawer bû meşiya.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, li bajaroka Hecîn û bejahiya wê operasyonên xwe yên li hember DAÎŞ didomînin. Di 5’ê Çileyê de, li herêmê di dema operasyonê de hevalek me di encama şer de şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Bakur Qeremox
Nav û Paşnav: Baqir Nehsan
Navê Dayikê: Qemeriye
Navê Bav: Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Demê Şehadetê: Dêrazor / 5’ê Çileya 2019’an”