Îro di seatên şevê li paytexta Fransa Parîs’ê Ciwanên Kurdistanê li istasyona Trênê û di kolanên Parîs’ê çalakiya bêîteatiya Sivîl pêkanî.
FRANSA- Ciwanên Kurdistanî li dijî tecrîda ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wek îşkenceyekê tê meşandin bertekên xwe li Parîsê bi çalakiyekî bê îteatiya sîvîl berz kirin. Ciwanan diyarkirin ku ev çalaki ji bo piiştgiriya çalakvanên zinanên metingeriyê, çalakvanên Galler, Strasbourg û Hewlêr’ê ê ku demek dirêje di greva birçîbûnê de ne pêkanîne.
Garê ku li Parîs’ê ji garan herî mezintire Gare de l’Est’de di çalakiy3e de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK hate vekirin. Di esnaya çalakiyê de ciwanan diruşmên ‘’Bijî Serok APO’’ û bi Frensî ‘’Kujer Erdogan’’ avêtin.
Piştê çalakiya Garê civanan ji çalakiyên xwe re din av kolanên Parîs’ê berdewam kirin. Bitaybet balkişandin li ser xwesteka rakirina tecrîdê ên çalakvanên Strasbourgê û ciwanan bicoş xwesteka Azadiya Rêberê Gelan berz kirin. Welatiyên Parîsê ên ku di rê de diçûn piştgirî dan xwestekên ciwanan û çalakiya wan mafdar dîtin. Meş li Bulvara Strasbourg-Saint-Denis de dawî bû. Li vir ciwanan ji bo şehîdên şoreşê deqqeyekê rêzgirtin û merşa Çerxa Şoreşê xwendin.
Ciwanan li vir bi daxuyaniyekê balkişandin li ser çalakvanên greva birçîbûnê yên girtiyên jin a Zindana Xarpêt’ê, çalakiya Leyla Guven û çalakvanên Strasbourg’ê. Her wiha ciwanan di daxuyaniya xwe de bangê lez derbasî çalakbûnê ji ciwanên welatparêz û ên cihanê kirin!