Yekitiya Ciwanên Şoreşger: ” Em bang li hemû gel û Ciwanên ku xwedî wijdan û exlaqin dikin ku rabin ser piyan û bi cihanina erka rêhevaltiyê ji çalakvanên greva bîrçîbûnê re xwedî derkevin. Em bang dikin ku heya Rêber APO azad bibe têkoşînê bilindtir bikin.”
ZURÎH- Duh ber bi êvarê li balefirgeha Zûrîhê aktîvîstên Yekitiya Ciwanên Şoreşger çalakiyekê bêîteatiya sivîl li dar xistin. Bi Çalakiya ku li balefirgeha herî mezin ê Zûrîhê pêk hat ji çalakvanên greva birçîbûnê re piştgirî hate dayîn. Di esnaya çalakiyê de ciwanan bi zimana Fransî û Elmanî dirûşim avêtin. Ciwanan got ku ev çalakî ji bo xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê hatiye kirin.
Çalakvanan di daxuyaniya ku dayîn de gotin; “Hevalên me li zindanên dagirkeriyê de û derveyî welat bedena xwe bi çalakiya greva birçîbûnê razandine birçîbûnê. Daxwaza wan hevalên me di heman demê de daxwaza hemû Ciwanên Kurd e. Îşkenceya ku li Rêber APO re tê pêkanîn demildest were rakirin. Heya tecrîd dawî bibe û Rêber APO bigihêje azadiya xwe fîzîkî tu wateya rojên bêçalakî nîne. Em bang li hemû gel û Ciwanên ku xwedî wijdan û exlaqin dikin ku rabin ser piyan û bi cihanina erka rêhevaltiyê ji çalakvanên greva bîrçîbûnê re xwedî derkevin. Em bang dikin ku heya Rêber APO azad bibe têkoşînê bilindtir bikin.”