”Bi zimanê Ciwantiyê, Em her û her li şopa heqîqetê ne”
Herçiqas bi salên dirêj her tim xwestekek bû jî lê ajansa ciwanan a ku bi dirûşmê ‘’Nêrîna Ciwantiya Radîqal’’ ji diroka 1 Mijdarê 2017 an vir ve weşana xwe ya bi navê Ajansa Nûçeya Ciwanan dikir û ji roja ewilî ve bi nerîneke, nerîna ciwanên radîqal ji bûyeren re çavdêrî dikir û dikir nûçe saleke xwe li pey xwe hişt.
Wek ajans, polîtîqayên me yên weşanê; li ku û çi wext çalakî û bizavên ciwanan ji bo bilindkirina têkoşînê û azadiyê hebe, em li şopa wan bin û dengê wan li cîhanê bidin bihîstin bû.
Ji bo bidevkirina rastiyê, gihiştina heqîqetê û gihandina heqîqetê ji ciwanan re pêwîstî wêrektiyek hebû. Wekî Nûce ya ciwanan, li dijî girtin, qedexekirin, pasivîzekirina û gefan em ê bibin dengên ciwanên azad.
Helbet em dikarin bêjin em li bin bandora mîrata hevalên me yên rojnamevan ên ku beriya me şopdarên azadî û rastiyê bûne û mîrateya wan ji me re maneem dikarin bejin di hewldana şopdarbûna wan bûn. Bi vî awayî di destpêka heyama weşanê ya nû de jî, wek sala berê, di serî de li hemberî polîtîqayên dewleta Tirk a dagirker û her wiha dewletên ku li ser ciwan û gelê Kurd bi zextî û zordestiyê zilm pêk tînin û ciwanên welatparêz, demokrat, şoreşger û bindest ên ku li dijî zilmê têdikoşin wê Nûçe Ciwan bi bilindkirina têkoşinê bibe dengen wan.
Moderniteya Kapîtalîst bi her awayî dixwaze ciwanan radest bigire. Bi şerê ku li Rojhilata Navîn derxistiye û axa gelan dagirkiriye dixwaze ciwanan di nav vê şerê mişextê mirinê bike. Wek Nûçe Ciwan em ê bibin denge helwesta ku li dijî vê faşîzmê û emperyalîzmê. Dîsa em ê bibin dengê ciwanên bi taybet Rojhilata Navîn û ciwanên Cihanê ku li dijî pergala serdest ku faşizmê ji ciwanan re ferz dike û dixwaze ciwanan wek hêza erzan bikarbîne denge xwe bilind dike, xwe rêxistin dike, derbasî çalakiyê dibe.
pergala ku faşizme ji ciwanan re ferz dike û dixwaze ciwanan wek hêza erzan bikarbîne,
Di warê pêvajoya ku em dijîn, bi rêya medyayên alîgir û desthilatdariyê, dixwazin ‘ciwanên xwe’ ava bikin û ciwanan jî rastî û heqîqetê xwe durbixin. Li hemberî vê hişmendiya koledariyê, wekî Nûçe Ciwan, bibin dengê ciwanan û hêz bidin ciwanan.
Bi vê bingehê em ê bi mezinkirina baweriya xwe soz didin ku em ê girêdayê pêşengên xwe ên ku ji çapemeniya azad re bûne kevirên bingehîn wek Rohat Aktaş, Welat Cengîz, Nûjiyan Erhan, Arhat Ba, Êrîş Botan û hevrêyên din bibin. Ji vir şunde ji jiyana weşana xwe rebi silogana ‘’Bi dînamîzma ciwantiyê, li ser şopdariya heqîqetê’ berdewam bikin.
Me bi ciwanî dest pêkir,em ê bi ciwanî serbikevin!