Li ber Şaredariya Ataşehîrê ya Stenbolê, karkerekî ya seremeleyê bi navê R.K. canê xwe da ber agir.
STENBOL- Li ber Şaredariya Ataşehîrê ya Stenbolê, karkerekî ya seremeleyê bi navê R.K. canê xwe da ber agir. Da zanîn ku di meha Nîsanê de dema ku karker derbasî şîrketa şaredariyê dibûn hatiye jikardûrxistin û tezmînata wî jî nehatiye dayîn. R.K. rakirin nexweşxaneya Lutfî Kirdarê ya Kartalê.
R.K., dema ku wek karkerekî seremeleyê dixebitî, ji bo ku heqê nedidan serî li Şaredariya Ataşehîrê da. Dema ku berpirsiyarên şaredariyê lê bersivek neyinî dan, R.K. jî li ber şaredariyê canê xwe da ber agir. R.K. bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Lutfî Kirdarê ya Kartalê beşa şewatan. Rewşa karkerê di xeterê de ye.