Li Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê yên li ser aktîvîstan berdewam dikin. Di nava hefteyekê de li bajarên Sine, Kamêran û Bane yê ser bi Sine yên Rojhilatê Kurdistanê 12 aktîvîstên siyasî û jîngehparêz hatine binçavkirin û birîne girtîgehên Îtlaetê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê yên li ser aktîvîstan berdewam dikin. Di nava hefteyekê de li bajarên Sine, Kamêran û Bane yê ser bi Sine yên Rojhilatê Kurdistanê 12 aktîvîstên siyasî û jîngehparêz hatine binçavkirin û birîne girtîgehên Îtlaetê.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di raporeke xwe de, eşkere kir ku di nava hefteyekê li bajarên Sine, Kamêran û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê 12 aktîvîstên siyasî û jîngehparêz bi sedemên nayên zanîn hatine binçavkirin û birîne Girtîgeha Îdarî ya Îtlaeta Îranê ya li bajarê Sine.
Li gorî raporê navê kesên hatine binçavkirin ev in; Armanc Qurbanî, Bextiyar kemanger, Mehdî Kanî Sorî, Jîngehparêz Barzan Babekirî, Cîgirê berê yê Şaxê Hizba Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê Zanyar Zemîran, Endanê Hizba Yekîtiya Neteweyî Ferhad Mihemed, Fazil Qeytasî, Reza Esedî, Hadî Kemalger, Raşid Muntezirî, Îsa Feyzî û endamê Hizba Yekîtiya Neteweyî Hisên Kemanger.
Herwiha Berdevkê Tora Mafê Mirovan a Kurdistane Kawa Kirmanşanî eşkere kiriye ku zextên hêzên Îranê yên li ser jîngehparêzan zêde û dijwartir bûne. Kawa Kirmanşanî gotiye ku bi şîdetê ew kes hatine binçavkirin û eşkere kiriye ku di dema binçavkirinê de, kîsên reş bi serê wan de girtine û bi erdê re kişandine. Herwiha gotiye ku her çiqas ku çend roj bi ser binçavkirina wan re derbas dibe, lê hîn rê nehatiye dayîn malbat û parêzerên xwe bibînin.
Ji berî niha aktîvîstên mafên mirovan fikarên xwe anîbûn ziman û eşkere kirîbûn ku dibe ku kesên hatine binçavkirin werin êşkencekirin.
Di rojên borî de li Îranê êşkencekirina zêde û binçavkirina karkeran di rojeva medya cîhanê de ye. Herwiha gelek rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û cîhanê jî li hember bertek nîşan dan.
Hêjayî gotinê ye ku ji havîna 2018’an ve li Rojhilatê Kurdistanê bi gelek çalakvanên jîngehparêz hatine binçavkirin û girtin. Herwiha bi awayekî bi guman di şewata daristana derdora Merîwanê de 4 jîngehparêzan jiyana xwe ji dest dabûn.