Li kantona Swîsreyê St.Gallenê, li ber avahiya rojnameya Tagblattê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi tevlîbûna Kurdistaniyan çalakî hat lidarxistin.
ST. GALLEN- Li hemberî êşkence û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, helwestên ciwanan li her derê Ewropayê belav dibe û her ku diçe protestoyan mezintir dibe. Li kantona Swîsreyê St.Gallenê, li ber avahiya rojnameya Tagblattê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi tevlîbûna Kurdistaniyan çalakî hat lidarxistin. Ciwanên ku li hemberî tecrîdê bêdengiya rojnameyên Ewropayê protesto kirin, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûyîna bêdem ên ku li zindanên Tirkiyeyê û li Hewlêrê, li Strasburgê û Gallerê tên kirinê. Piştî çalakiya protestokirinê heyetek ji nav çalakvanan dosyayek di derbarê tecrîd û grevên birçîbûyînan de hatiye amadekirin pêşkeşî rojname kirin.
Ciwanan daxuyanî dan û gotin; ” Daxwazên çalakvanên ku li hember tecrîda girankirî serê xwe rakirine û ketine greva birçîbûyîna bêdem û bêdorveger daxwazên me ne jî. Em çalakiyên wan silav dikin û lê xwedî derdikevin û da ku em bibin dengê wan, di nava çalakiyan de wê bibin. Di mijarên tecrîd û grevên birçîbûyînan de ker û lalbûna çapemeniyên Ewropayê nayê fahmkirin û nayê pêjirandin jî. Dosyayê ku me di derbarê tecrîd û grevên birçîbûyînan de amadekirî, me pêşkeşî rêvebirên rojnameyê kir û ji wan re bang li xwedîderketina peywirên xwe kirin.