Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Simko Qadir Ezîz û Nûda Mihemed Elî ku duh dema li ber Zanîngeha Silêmaniyê pirtûk difirotin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Simko Qadir Ezîz û Nûda Mihemed Elî ku duh dema li ber Zanîngeha Silêmaniyê pirtûk difirotin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Simko Qadir Ezîz û Nûda Mihemed Elî duh (8 Çile) li ber Zanîngeha Silêmaniyê standa pirtûkan ku di nava wan de pirtûkên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan, pirtuka Sakîne Cansiz a ‘Jiyana min her tim şer bû’, pirtûka Karl Marks û hinek pirtûkên fikrî yên nivîskarên cuda jî hebûn, vekir.
Lê piştî demekê hêzên asayîşê hatibûn cihê standê û herdu ciwanan binçav kiribûn. Her wiha hemu pirtûk jî hatibûn desteserkirin.
Herdu ciwan şevêdin hatin berdan, lê nehat zanîn ka pirtûkên wan hatine radestkirin an na.