Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û jibo piştgiriya çalkvanên greva pirçîbûnê her diçe dengê gelan zêdetir berz dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN-Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 63 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li navçeya Pênciwên a Silêmnaiyê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û navê wê bi ronahiya mûman xemilandin.
Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Cebar Elî çalakiya Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girîng nirxand û piştgiriya ji bo çalakiyê diyar kir û got ku ji bo azadiya ‘Rêber Apo’ çi pêwîst be wê bikin.