Duh êvarê li Berlîn’ê di pêşengtiya Jinên ciwan de ciwanên Kurdistanî û ciwanên Enternasyonal ji bo piştgirî bidin çalakvanên greva birçîbûnê meşekî li dar xistin.
BERLÎN- Duh êvarê li Berlîn’ê di pêşengtiya Jinên ciwan de ciwanên Kurdistanî û ciwanên Enternasyonal ji bo piştgirî bidin çalakvanên greva birçîbûnê meşekî li dar xistin. Ciwanan ji bo xwesteka çalakvanan xwesteka wan e û dengê wan bigihêjînin cihanê meşekî bi fîşenga hewayî li dar xistin. Ciwanan bi panqarta ‘’ Xwebûnê Serî Hilde’’ ve derketin kolanan. Hate fêrbûn ku cih3E kum eş hatiye kirin cihê ku zêde Tirk dijîn semta Kreuzberg e. Ciwanan di çalakiyê de bênavber dirûşmê ‘’Bijî Serok APO’’ berz kirin û ala Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin.
Ciwanan li vir bi daxuyaniyekê balkişandin li ser çalakvanên greva birçîbûnê yên girtiyên jin a Zindana Xarpêt’ê, çalakiya Leyla Guven û çalakvanên Strasbourg’ê. Her wiha ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişandin li ser çalakvanên Galler û Hewlêr’ê û bêdengiya cihanê şermezar kirin. Ciwanan bangê lez derbasî çalakbûnê ji ciwanên welatparêz û ên cihanê kirin!