Li dijî gefên dewleta dagirker ê Tirk li dijî Bakurê Suriye yê li her derê çalakiyên nobeda konê û mertala zindî belav dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên mertala zindî yê kul i dijî gefên êrîşê yên Çete Erdogan hatibû destpêkirin lig elek cihên li ser sînorê berdewam dike. Bi tevlî buna gelên heremê li Kobanê, Serêkaniyê, Minbîc û Girê Spî çalakiya gel dewam dike.
KOBANÊ
Konê çalakiya mertalên zindî li kantona Kobanê ku li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundê Qermox ê rojhilatê bajarê Kobanê hatibû venda û paşê veguhestin navenda bajarê Kobanê di roja 23‘an de berdewam e.
Ruxmê ku hewayek sar heye dîsa jî çalakvanan nobedê xwe didomînin. Di nobeda konê de li ser pêvajoya dawiyê nîqaş tên kirin û êvaran jî seminer tê dayîn.
SERÊKANÎ
Çalakiya li ser sînorê di navbera Serêkaniyê ya Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê lidarxistin de di roja 22‘an de didome.
Çalakî bi aktivîteyên cuda didome.
MINBÎC
Li Mnibîc’ê jî li dijî gefên Erdogan nobeda konê ya di roja xwe ya 7’mîn de ye li ser sînor berdewam dike.
Li Minbîc’ê li dijî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakur û Rojhilata Suriye yê çalakiya mertala zindî li ser sînor di roja xwe ya 7’mîn de bi coş berdewam dike. Çalakî ji aliyê sivîlan û endamên meclîsa leşkeri yên Minbîc’ê ve tê ziyaret kirin. Di çalaki de her tim li dijî gefên dewleta Tirk diruşim tê avêtin.
GIRÊ SPÎ
Gelê Girê Spî bi biryar li ruxmê baran û hewaya sar çalakiyên xwe yên mertala zindî berdewam dikin.
Çalakiya gele Girê Spî di roja xwe ya 26’an de bi hêrs û dirûşmên li dijî dewleta Tirk wê berdewam bike. Serlêdanên gele herême û qantonê jî berdewam dike.