Asayîşa Silêmanîyê dest danî li ser 500 pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Karl Marks û hinek pirtûkên din ên ji aliyê ciwanan ve dihatin firotin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di 7’ê Çileyê de Asayîşa Silêmaniyê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê 3 ciwanên ku pirtûkên difirotin binçavkirin û dest danîn li ser pirtûkên wan. Duh jî Asayîşê 2 ciwanên ku li Zanîngeha Silêmaniyê dixwestin pirtûkan bifiroşin binçavkirin û dest danîn li ser pirtûkan, ciwanên ku hatine binçavkirin, tenê yek nehatiye berdan.
Lê, Asayîşa Silêmaniyê 500 pirtûkên ku di dema binçavkirina ciwanan de desteserkirin nedane ciwanan û hîn di destê asayîşê dene.
Di nava wan pirtûkên hatine desteserkirin de, pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Karl Marks û hinek pirtûkên din ên fikrî yên nivîskarên cuda hene.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê eşkere kir ku ji bo standin pirtûkan ew di nava hewlidanan dene. Lê Asayîşa Silêmaniyê bi hicetên ku destûra firotina pirtûkan nîne ew pirtûk desteser kirin û heya niha jî radestî xwediyê wan nekirine.