Îro li navenda Kobanê ji bo sê jinên têkoşer ên di 9 Çileyê 2013 de li Parîsê hatin qetilkirin meşekî hate li dar xistin.
KOBANÊ- Îro li navenda Kobanê ji bo sê jinên têkoşer ên di 9 Çileyê 2013 de li Parîsê hatin qetilkirin meşekî hate li dar xistin.
Di meşa ku di pêşengtiya jinên ciwan û Kongra-Starê de pêk hatî de gelek xwendevan jî cihê xwe girtin. Di nave meş de gelê Kobanê sûreten Şehid Sara, Şehid Rojbîn, Sehid Ronahî hat hildan.
Meş ji ber dibistana Şehîd Sido destpêkir û heya qada Jinên Azad berdewam kir. Di dawiya meşê de ji Kongra-Star Peyman Kobanê axaftinek kir û di axaftinê de bal kişand li ser yekitiya jinan û hêza jinên ciwan û sê jinên ku hatin qetilkirin bîranî.