Îro li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiye ji bo sê jinên azad bîranî hate lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Payitextê Fransa Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Îro li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiye ji bo sê jinên azad bîranî hate lidarxistin. Di bîranînan de soza hesap pirsînê hate dayîn.
DERSÎM
Endamên TJA’yê li ser gora yek ji jinê şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatibû qetilkirin hatin cem hev û li ser gora Cansiz bernameyeke bîranînê çêkirin.
Di nav çalakgeran de parlamentera Amedê ya HDP’ê Semra Guzel, Dersim Dag û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokhan û Rêxistina Bajêr a Dersimê hazir bû.
Jinan di axaftinê xwe de sê jinên azad Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan bîbiranîn û balkişandin li ser hevkariya sucê yê dewletên navnetewiyê.
Her wiha çalakiya Leyla Guven hate silavkirin û piştî axaftinan li ser gora Sakîne Cansiz qerenfîl hatin danîn, çira hatin vêxistin.
WAN
Şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên ku di 9’ê Çileyê de hatibûn qetilkirin, li Wanê jî bi çalakiyekê hatin protestokirin. Hevserokên bajêr a HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û Umîd Dede, parlementerên Wanê yên HDP’ê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, çalakgerên TJA’yê, nûnerên KCD’ê, Dayîkên Aştiyê û gel tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û çalakgera TJA’yê Fatma Ûyar jî hatin vekirin.
Di çalakiyê de çalakgeran bal kişandin ser tecrîdê û berxwedana Leyla Guven jî û gotin; ‘’ Tecrîda li ser rêzdar Ocalan li dijî dahatûya gelên Tirkiyeyê û aştiyê ye. Rêzdar Leyla Guven jî ji bo ku balê bikşîne ser vê tecrîdê 63 roj in di greva birçîbûnê de ye. 63 roj, pêvajoyeke krîtîk e, divê em deng bidin berxwedana Leyla Guven.”
QOSER
Li Payitextê Fransa Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, di 4’ê Çileya 2015’an de jî di dema derketina qedexeya derve ya 2015’dan de Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatibûn qetillkirin. 6 jinên siyasetmedar ên kurd ku hatin qetilkirin ji aliyê HDP, DBP û TJA’yê ve hatin bîranîn. Bîranîn li avahiya HDP’ê ya Qoserê pêk hat û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê û gellek welatî tevlî bûn. Di destpêka bîranînê de sînevîzyona ku derbarê 6 jinan de hatibû amadekirin hat nîşandan.
Li Amed û Stenbolê, bi boneya salvegera qetilkirina sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyal Şaylemez çalakiyên bîranînê hatin li dar xistin
AMED
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 6’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çile de pêk hat û 3’yemîn salvegera sê siyasetmedarên jinên Kurd ên di 5’ê Çile de li Sîlopî hatin qetilkirin, çalakiyek bîranînê li dar xist. Bîranên li avahiya HDP’ê ya Bajêr pêk hat. Parlementerê HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bîranê bûn. Li salona bîranên wêneyên 6 siyasetmedarên jinên Kurd hatin daliqandin û jinan li ser maseyê find pêxistin û qûrnefîl danîn ser masê.
STENBOL
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Ataşehîr a Stenbolê siyasetmedarên jinên Kurd bi bîr anî.
Aktîvîsta TJA Besra Îşsever di biranînê de axivî û bal kişand ser komkujiya Parîs û ya Silopiyê.
Îşsever, diyar kir ku Komkujiya Parîsê di esasaê xwe de jenosîda li ser jinane û wiha got “Wan bi têkoşîna xwe ya azadiyê mîrasek mezin ji me re hiştin. Her ku em têbikoşin, li ber xwe bidin û li ser piyan bimînin, emê ewqas karibin li dijî komkujiyên jinan û gelê Kurd derbikevin. Li ser vê esasî em ê di 5 û 9’ê Çile de li dijî komkujiyên li ser jinên kurd têkoşîna xwe bilind bikin.”
Piştî axaftina di bîranînê de hat kirin, sînevîzyon hat pêşandan.