Heke wêneyek were xêzkirin an nivîsek were nivîsîn an jî li ser mijarek nirxandinek were kirinê, ev divê ji bo mirovên şalûz û nanxuran bibe. Îxtîmalek mezin di rojên îro de argumanên herî zêde di vê mijarê de ne. Her axaftin û gotinên wan, her nirxandin û pratîkên wan argumanên dewlemend pêşkeşî me dikin. Û heke mirov bixwaze di derbarê wan de tiştekî vebêje ne hewceye ku xwe biwestîne. Ne hewceye ku em bi seatan serê xwe biêşînin û biwestînin. Di esasê xwe de vegotina wan pir hêsan e û jirêzê ye. Wekî xisletên wan. Xisletên wan jï mîna gotinên wan jirêzê ye û rêxistina wî ya ku tê de ye, ne jî kesên ku li hemberî wan in lê guh nadin. Dikarin bêjin tenê diewitin. Li nava gel gotineke navdar heye; segê ku bihewtehewt dev li mirovan nake. Belê, ev mirovên şalûz bi êrîşê her derê dikin. Gef li herkesê dixwin. Bêş diavêjin ser herkesî. Derfetên ku di destên wan de ne hemûya bi kar tînin da ku li hemberî wan kî/ê hebin melisînin. Lê ne serkeftî ne. Ji ber ku hêsan û jirêzê ne. Taqtikên wan ên êrîşê jî tenê lasayî ye. Xisletên wan ên xwerû nîn e. Her car ji heman bîrê avê dikşînin lê her car jî li benda encamên cûda dibin. Lê ên ku hêvî dikin jî nabînin. Dîsa jî heman pratîkê dubare dikin. Û encam her û her dilêşî ye û husran e. Mînakên herî baş û hêsa jî taqtîkên wan ên li hemberî PKKê pêşxistinê ne.
Êdî ev rastiyek e. Êdî rêvebirên şer ên teybet û nanxurên şer ên teybet jî vê rewşê pêjirandine. Û niha di destê TCê de tenê vebijarka li hemberî PKK û gelê Kurd êrîşên hovane û bêsînor ma. Ango şerekî bêesilî. Nirxeke vê ya civakî tuneye û şerê ku bi derewan û bi dolaban wê were meşandin e. Îro, di çapemeniya Tirkan de ev tişt bi zelalî tê dîtin. Ji ber wê jî li televîzyonan sûretên nû, figûranên nû tên derxistin. Lê senaryo û gotin her heman in. Di navbera xisletên ku tên bijartin û yên berî de tu cudahî nîn e. Hêsa û jirêzê ye. Ên ku tên guhartin tenê sûret, dîzayn û cihên bername ne. Sûretên wek Suleyman Bêesil, her roj dîrok û hêjmaran dide, nûçegihanên wek Nazli Çelîk a ku ji ku hatiye ne diyar e, her roj li ser sînoran weşana zindiyê çê dike. Em vê senaryoyê ji cihekî nas dikin. Di salên berî, salên 90‘an de, hin nûçegihanên artêşê bi helîkopteran dibirin êniya paşî, ji van nivîsandina nûçeyên derew dixwestin. Di vî warî de bîra me ya dîrokî zindî ye. Bêguman e ku, di wê heyamê de rojnameger çawa diçûn qaşo operasyonê û encam nedigirtin, di vê heyamê de jî rojnamegerên îro encamek nagirin. Encamên wan jî bibe husran. Senaryo û xisletên ku hatine bijartin heman in, lê tenê sûret û cihê bernameyan hatine guherandin. Mixabin ev jî ne encamekê ye.
Bi kurtasî, li hemberî PKKê, formulasyona şerê teybet ya Tirkan hêsa ye û jirêzê ye. Di esasê xwe de li vir PKKê tenê hincet e; mijara esas ne PKKê ye ne jî mîlîtanên PKKê ne. Li vir mijara esas, pergala ku Rêber APO afirandiye, ji hêla Kurdan ve tê jindarîkirin û ji derdorên çepgir û sosyalîstan jî tê pêjirandin e. Ji ber wê jî îro şerê teybeta Tirkan, wek PKK hedef nîşan dide lê di esasê xwe de êrîşê pergala Serokatiyê dike. Kesên ku pergala Serokatiyê dipêjirîne, terorîst îlan dikin. Bi salan e şerê teybeta Tirkan li Bakurê Kurdistanê, hemû girtin, binçavkirin û faîlî meçhûlan di bin navê terorê de kir. Lê belê tenê li Bakurê Kurdistanê hatiba kirin, dîsa jî mirov pir nebe jî baweriya xwe pê anîba. Lê belê êrîş, ji cihê ku pergala Serokatiyê tê jindarîkirinê re pêk tê. Çima?
Sedem ev e; ji ber ku li hemberî Serokatiyê û Kurdewariyê hêrsa wan heye. Ji ber ku; Serokatî, Kurdên ku berî xulamê TCê dibûn rakir ser piyan û niha jî Kurd pergala xwe ava dikin. Kurdên ku berî ji nasnameya xwe fedî dikirin, îro berxwe didin, şer dikin û xweseriya xwe ava dikin. Faşîzma kesk-spî-reş bi şerê teybet re li hev hatine û Kurd li ku hebe êrîşê wan dikin. Vê jî piranî bi riya çapemeniyê ve dikin. Bi riya medyayê her roj operasyonan dikin û her roj derbê li PKKê dixin. Yek bi yek radest digrin. Her roj bi mirovên hêsa û jirêzê wek Suleyman Bêesil, hêjmar û dîrokan didin. Dem mîna avê diherike û tên dîroka ku hatibû dayîn; wê çaxê jî dîrokek nû didin. Encam dîsa û dîsa husran e. Encam pêkenî ye.
Me gotibû, rojeva çapemeniya şerê teybeta Tirkan, PKKê ye. Artêş êrîşê cihekî bike? Çapemeniya şerê teybetê mîna qeşmerên qesrê li bendê dimînin. Operasyonek wê were lidarxistin? Sernûçe ji mêj ve hatiye amadekirin û mêvanên bernameyê jî amade ne. Ango şalûz û nanxurên qesrê her û her amade ne. Di esasê xwe de ev, hinek jî ji bo ku êşên Erdogan kêm bikin, disekinin. Ji ber ku serçete Erdogan li ku dinêre PKKê dibîne. Diçe Amerîkayê PKK’iyan dibîne, diçe Elmanyayê PKK’iyan dibîne, Fransa, Belçîka û hwd. dema ku diçe PKKiyan dibîne. Diçe Iraqê PKK’iyan dibîne, diçe Îranê PKKiyan dibîne, diçe sînora Rojava PKKiyan dibîne, li Şengalê û Mexmûrê PKKiyan dibîne. Ango li her derê PKK’iyan dibîne. Ango serê serçete Erdogan ketiye belayê. Di esasê xwe de serçete Erdogan di pêvajoya dînbûyînê de ye. Reşûbeşan dibîne. Ev saw û sepeta PKK’ê ye. Ev sendroma PKKê ye. Lê belê em dikarin bi rihetî bêjin ku ên ku serçete Erdogan dibîne ne PKK’ê ye, ên ku serçete Erdogan dibîne alîgirên PKKê ne û kesên ku pergala Serokatiyê pêjirandinê ne.
Îro li Rojava PKK heye? Ma PKK şer dike? Gelê ku xwe li hemberî faşîzmê birêxistin dike PKK ye? TEV-DEMê ku pergala jîndarî ava dike, PKK ye? PYDê ku vîna gel a siyasî ye, PKK ye? Artêşa sivîl YPG-YPJ ên ku ji zarokên gel ve hatiye avakirin, PKK ye? Bersivên van ”NA“ ye. Û herkes jî vê dizane. Sazî û hêzên parastina sivîl ( YPG-YPJ), meclîs û saziyên gelên ku pergalê Serokatiyê pêjirandinê ne û ji PKKê jî moralek mezin digrin. Ango ne PKK ne. Dibe ku ji PKKê hez bikin, dibe ku alîgirê PKKê bin û dibe ku xwe wek PKKî pênase jî bikin. Lê ne mîlîtanên PKKê ne. Di esasê xwe de, ji ber welatparêziyê evqas bi PKKê re eleqedar dibin. Ji ber ku îro, di temamî Kurdistanê de tenê PKK têdikoşe û welatparêziyê temsîl dike. Ji ber wê jî ji PKKê hez dikin. Tê zanîn ku hemû rêxistinên şoreşgerî ji hevûdu re hêz û moralan didin. Ev nayê înkarkirin. Ji ber wê jî îro, PKK, ji artêşa gelê Rojava YPGê re tenê hêz û morala dide û taqtîkên leşkerî dide. Tiştê ku PKK û YPG tîne cihekî jî Rêber APO ye. YPG, mîna PKK, di aliyê qada şer de xwe îspat kiriye. Ango dikarim bêjim ku PKK û YPG ne yek in. Îro yê ku li Rojava şer dike YPG ye. YPG, di qada navneteweyî de jî xwe îspat kiriye. TC, ji ber ku YPG, di qada navneteweyî de xwe îspat kiriye, ew wek PKK bi nav dikin da ku helwestek mezin li xwe venegere. Ji ber vê çapemeniya Tirkan, her roj dibêje li Rojava PKK heye. Her qenala TVyan, bernameyên xwe dibin ser sînoran û dibêjin ” Em ha ketin ha wê bikevin Rojava“. Bi vî awayî him dixwazin rewşek awarte biafirînin him jî niyeta civak bizanibin da ku pêşiya çalakiyan bigrin. Em vê senaryoyê dizanin. Terorîstên ku hûn dixwazin biafirînin, nikarin li gel bidin bawer kirin. Ji ber ku îro hêrsa bi sedhezaran mirovan heye. Dibe ku hûn xwediyê çapemeniyê û çekan bibin, lê ji bîr nekin ku çek û şûrên yên gel jî di destê gel de ne. Û her ku diçe ev hêrs jî mezintir dibe. Ê ku we bifetisîne jî ev hêrs e.
ANDOK OZGUR