Li Amedê, di ev sê sala dawiyê de zêdebûna bikaranîna tîryakê balê dikşîne. Hema hema li her taxê cihên tîryakfiroşan heye. Niştehcihên ku wek çawkanî medestgirt dibêjin ku her çiqas em van cihan gilî dikin jî polêsan mudaxaleya vir nake.
AMED- Dewleta Tirk a dagirker, dixwaze li Kurdistanê bi polîtîqayên şer ên teybet ve ser piyan bisekine. Bi piranî jî dixwaze ew polîtîqayên şer ên teybet li ser ciwanan pêk bîne. Bi teybetî cihên wek Amed, Gever, Wan, Nisêbîn, Cizîrê bi fihûş, dizî û tiryakê ve dixwaze ciwantiyek apolîtîk û bêbîrdozî biafirîne. Bi vî awayî jî di nava ciwanan de sixûriyê pêş bixîne û pêşiya ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin bigre. Ji ber ku ciwanên Amedî her pêşengên şoreşê bûne, dewleta Tirk a dagirker jî bi teybetî li ser ciwanên Amedî disekine.
Li Amedê, di ev sê sala dawiyê de zêdebûna bikaranîna tîryakê balê dikşîne. Hema hema li her taxê cihên tîryakfiroşan heye. Niştehcihên ku wek çawkanî medestgirt dibêjin ku her çiqas em van cihan gilî dikin jî polêsan mudaxaleya vir nake.
Li navçeya Rêzana Amedê, li Qesra Şewitî ya taxa Kaynartepeyê, li gel helwesta gel hê jî cihê tîryakfiroşan vekiriye. Li taxa Kaynartepeyê, li kolana dibistana Vehbî Koçê, cihên ku “Duçerxevan“ û “Atarîvan“ bi nav dikin, cihên tîryakfiroşan e.
Li Dîclekentê, cihê ku bi navê “Kahve Deposu“ tê zanîn jî cihê tîryakfiroşan e.
Li herêma Riya 75. ya Kayapinarê jî, cihê ku bi navê ”Benzîn Cafe“ tê zanîn jî cihê tîryakfiroşan e. Ev tişt ji aliyê herkesan ve tê zanîn. Di gelek caran jî ji aliyê ciwanan jî hatine hişyar kirin. Lê dîsa jî heman karê dikin û polês jî wî diparêz e.