Ciwanê bi navê Aram Qadir yê ku dema stenda pirtukê vekirin li ber Baxê Gitşî yê Silêmaniyê hatî binçavkirin, hate berdan.
SİLÊMANİYE- Roja 7`ê Çileyê sê ciwanên endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê dema ku li ber Parka Baxê Giştî standa pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Sakine Cansiz û hinek pirtûkên din danîn ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatin binçavkirin û pirtûkên wan desteserkirin. Di heman rojê de asayîşê hersê ciwanan berdan, lê roja din dema ku Aram Qadir ji bo wergirtina pirtûkan û telefona xwe serî li Asayîşa Silêmaniyê da, careke din hate binçavkirin.
Li gorî zanyariyên ku berpirsên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê dane, endamê wan Aram Qadir şevê din ji aliyê asayîşê ve hatiye berdan. Lê heya niha pirtûkên ku asayîşa Silêmanî li ber parka Baxê Giştî û Zanîngeha Silêmanî desteserkirine nedane.
Piştî 500 pirtûk ji aliyê asayîşê ve hatine desteserkirin