Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên çete, dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên çete, dewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê, 9’ê Çileyê li Efrîn û Ezazê li dijî dagirkeran 2 çalakî hatin lidarxistin û li ser detayên çalakiyan wiha hate gotin:
“Şervanên me 9’ê Çileyê li gundê Gobelê yê navçeya Şer ya Efrînê li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de wesayit bi temamî rûxiya, leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Roja 9’ê Çileyê, tîmeke me li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayiteke çeteyên artêşa Tirk a dagirker dan. Di encama çalakiyê de 4 dagirkerên di wesayitê de mirin, yek jî bi giranî birîndar bû. Navê çeteyên hatine kuştin: Hisên Elo, Yasir Emîq, Merwan Ebdulrehman, Mihemed El Eşqar. Wesayita ku bû hedef jî bi temamî îmha bû.”