Di salvegera 6 mîn a qetliama Parîsê de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo bîranîna wan li Zanîngeha Bielefeldê pêşengeha wêneyan hate vekirin.
BIELEFELD- Di salvegera 6 mîn a qetliama Parîsê de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bo bîranîna wan li Zanîngeha Bielefeldê pêşengeha wêneyan hate vekirin.
Pêşengeha ku ji bo du rojan e li salona zaningehê hate vekirin û pêşengeh di derheqa jiyana sê jinên têkoşer de agahî dide.
Ji bo JXK sê şehîdên Parîsê wateyeke grîng di nav xwe de dihevîne. Ev her sê jinên têkoşer Sara, Rojbîn û Ronahî li ser milyonan kesan bandor kirin. Jinên Ciwan jî vê wek mîrateyek dibînîn û xwe deyndara meşandina têkoşîna wan dibînînin.
Di heman demê de JXK bang li tevlî bûna meşa 12 Çileyê kir.