Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn; ”Ji ber hîn beşdarbûna konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn were kirin û ji ber şert û mercên hazir em dîroka konferansa duyemîn paş de davêjin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsîyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ê ku amadekariya ji bo duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dikirin, bi daxuyaniyekî eşkere kirin ku ew ji ber hin şert û mercan konferansê xwe ya duyemîn taloq kirin e. în3isîyatîf di daxuyaniya xwe de got ku ew ê di 20 Sibata 2019 konferansê xwe ya duyemîn li dar bixin.
”Wekî tê zanîn em weke Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li bakûrê Sûriye em amadekariya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di dîroka 26 Çileyê 2019 de were çêkirin dikir.
Piştre me dît ku pêwîste em ê demê konferans taloq bikin ji ber van sedeman.
– Hin rêxistinên ciwanan di welatên Rojhilata Navîn de nikarîbûn Bilêtên balafiran di dema konferansê de derxînin.
– Her wiha hin rêxistinên ciwanan me di demê dawiyê de têkiliyên xwe bi wan re çêkiriye û beşdarbûna xwe nîşankirin, lê belê dem ji wan re pêwîste ji bo beşdarbûyînê.
Weke Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û ji ber ku armanca me yê sereke di konferansê de beşdarbûna hejmara herî zêde ji rêxistinên ciwanan ji hemû welatên Rojhilata Navîn de û dewlemendbûna konferansê ji fikrên ciwanan ên cûr bi cûr em fermî îlandikin li ser ragihandinê ku em konferans heta di dîroka 20 Sibatê 2019 an de taloq dikin.”