Dersîm Dag; ”Cengîz Fîdan, Şexmus Bakir û Muhammed Erkîz di dema ketina girtîgehê de rastî êrîş û bi zorî tazîkirinê hatine an na ?”
NAVENDA NÛÇEYAN- Parlementera HDPê Dersîm Dag, sê xwendekarên zanîngeha Munzurê yên ku li girtîgaha Xerpête ji alîye pawanan ve êşkence dîtin, ji wezîrê dadê Abdulhamît Gul re pirsî.
Sê endamên rêveberiya meclîsa ciwanên HDPê bi navên Cengîz Fîdan, Şêxmus Bakir û Muhammed Erkîz yên ku di heman wextê de xwendekarên zanîngeha Munzurê ne, ji ber ku di 22’ê Kanûna 2018’an de tevlî biranînek bûne hatin girtin û ew birin girtîgeha Xarpêtê.
Da zanîn ku dema xeendekaran ji Dersîmê dibirin Xarpêtê ji alîyên polîsan ve hatine derbkirin û dîsa di dema ketina girtîgehê de jî ji ber ku tazîkirinê qebûl nekirin ji alîyên pawanan ve jî hatine derbkirin. Xwendekar bi zorî hatin tazîkirin û avêtin hucreya takekesî.
Parlamentera HDPê Dag, di vê mijarê de ji wezirê dadê Abdulhamît Gul re ew pirsan tewcîh kir:
•Cengîz Fîdan, Şexmus Bakir û Muhammed Erkîz di dema ketina girtîgehê de rastî êrîş û bi zorî tazîkirinê hatine an na ?
•Heke ev rast be di derheqê vê bûyerê de lêpirsîna kanûnî û îdarî hatiye destpêkirin an na?
•Ji ber çi Cengîz Fîdan, Şexmus Bakir û Muhammed Erkîz di hucreyên takîkesî de têne girtin?
•Avêtina hucreyên takîkesî ya kesên ku nû dikevin hepsê û ne hikumxwar kanûnî ye an na?
•Hêjmara sucên ku li Zindana Xarpêtê kirin çi ne? Û di van mijaran de Wezareta we çend lêpirsîn vekirin?
•Di pênc sala dawî de hêjmaran sucên ku li zindana hatine kirin çend in? Dabeşa sucên ku li zîndanan hatine kirin li gor herêman çawa ne?
•Wezareta we ji bo ku pêşiya van îxlalkirinan bigre çi xebat dimeşînin?