Di derheqa 16 xwendekarên ku tev li bîranîna xwendekarê Zaningeha Munzur’ê Şerdil Cengîz bûne lêpîrsîna dsîplînê hate vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di derheqa 16 xwendekarên ku tev li bîranîna xwendekarê Zaningeha Munzur’ê Şerdil Cengîz a ku di 21 saliya xwe de di berxwedan xwerêvebiriya Sur’ê de hate qetiilkirin bûne lêpîrsîna dsîplînê hate vekirin. Zaningeha Munzur’ê bi hinceta ku di 12 Kanuna 2018 de li derdorê xwaringeh û faqulteya endezyarî de xwendekar dirûşim avêtine di derheqa 16 xwendekar de biryara lêpirsîna dsîplînê da.
Zwendekarên Zaningeha Munzur’ê gotin ku ev bîranîn ne li dijî qanuna Zanîngehê de ye û ji bo em dev ji têkoşînê berdin ev lêpirsîn hatiye vekirin.
Hêjayê bîrxistinê ye ku bi heman hincetê 18 Kanunê de polêsên dewleta dagirker avêtibû li ser malen xwendekaran û 16 xwendekar xistibûn bin çavan, ji wan xwendekaran 3 kes hatibû girtin.