Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir. HPG got ku; ”Soza herî watedar a ji bo şehîdan, meşa li ser xeta milîtanî ya Apoyî ye.Em bang li ciwanên welatparêz ên herêma Serhedê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Serhedê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, ; ”Wekî li tevahiya Kurdistanê, sala 2018 li erdê Serhedê jî ji bo gerillayên Azadiya Kurdistanê salekî girîng bû. Di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de berxwedana ku li dijî dagirkerîya artêşa TC a ku ji gele me re zilm û zextê rewa dibine gelek çalakiyên serkeftî hate kirin. Hêzên me ya ku li dijî dagirkeriya artêşa TC berxwedanek mezin nişan da, li her carê ji erka xwe ya serdemê re bibiryar xwedî derket. Bi rastî, encamên vê şerê ku di Serhed de pêk hatibû bi ked û hewldanên şehîdên me ve bingehê xwe digire. Her hervalê ku her yek abîdeya baweriyê ye û di sala 2018 de li herêma Serhed’ê di dîrokên cuda de gihiştine şehadete em bîranîna wan rêhevalên egîd wek deynekî dizanin.
Rêhevalên ku bi jiyan û sekna xwe, bi baweriya xwe ya doza Azadiya Kurdistanê ji me re bûne minak di şexsê rêhevalên Berxwedan(Faruk Polat), Felat(Behçet Arvas), Welat( Guney Batı), Rojger Karayazî (Nesîm Aktan), ( Hogir (Sînan Karagulle) û Mazlum (Savaş Dora) em hemû şehîdan bi minnet bîbirtînin. Di şexsê malbatên welatparêz ên hevalên me de em ji tevahî gelê Serhedê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em soz dinin ku kêlî bi kêlî şerê azadiyê ku şehîdên me dimeşandin bi tacîdarkirina serkeftinê ve bibin. Soza herî watedar a ji bo şehîdan, meşa li ser xeta milîtanî ya Apoyî ye. Em bang li ciwanên welatparêz ên herêma Serhedê dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Berxwedan Ararat
Nav paşnav: Farûk Polat
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Ayşe-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Nîsana 2018’an / Agirî
Nasnav: Felat Artos
Nav paşnav: Behçet Arvas
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sîman Perî – Mûrat
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Gulana 2018’an / Qers
Nasnav: Rojger Karayazi
Nav paşnav: Nesîm Aktan
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Zahîde-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Gulana 2018’an / Qers
Nasnav: Welat Bahoz
Nav paşnav: Guney Bati
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Bedriye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Gulana 2018’an / Eyaleta Serhedê
Nasnav: Hogir Begirî
Nav paşnav: Sînan Karagulle
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Turkan-Abdulselam
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2018’an / Agirî
Nasnav: Mazlûm Agir
Nav paşnav: Savaş Dora
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Nazenîn-Ebedîn
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2018’an / Agirî