Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yektiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Welatparêz a kantona Şehbayê daketin qadan û dagirkerina Efrînê şermezar kir.
ŞEHBA- Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yektiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Welatparêz a kantona Şehbayê daketin qadan û dagirkerina Efrînê şermezar kir.
Meş ji deriyê ketina navenda navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriyan.
Meşvanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Welatparêz û pankartên “Dagirkeriya Osmanî hilweşe û vîna gelê Bakurê Sûriyê serbikeve”, “Bi rihê şehîd Barîn û Avestayê em ê Efrînê rizgar bikin”, “Ciwanên şoreşger, gelê şoreşger ji bo Efrînê serî hildin”, “Efrîn li benda me ye” û “Dilê Kurdistanê ji bo Efrînê lê dide” hida bûn û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û silavkirina Berxwedana Serdemê qîr dikrin.
Meş li aliyê din ên navçeyê rawestiya. Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xemgîn Hîvron axivî û anî ziman ku hemû çalakiyên wan ji bo rizgarkirina Efrînê ne û got: “Îradeya me heye ku karibe li hemberî dagirkeran bisekine, ji ber bingeha têkoşîna me şehîdên me ne, wekî ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê em ê hevgirtina xwe xurt bikin û Efrînê rizgar bikin.”
Ji aliyê xwe ve endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ferîda Nesan jî got, dewleta Tirk a dagirker projeya netewa demokratîk li Efrînê kir hedef û got: “Tirkiyê hewl dide destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê têk bibe, komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîn. Êrîşên li ser Efrînê jiyana hevbeş û biratiya gelan kir hedef, lê ev fikr ti carî têk naçe, ji ber berxwedana me li Şehbayê berdewam e, me careke din xwe bi rêxistin kirin û bi vî rihê em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeran têk bibin.”
Xwendekara bi navê Rêgaz Hemo ku beşdarî meşê bibû ji ajansa me re axivî û diyar kir ku berxwedana wan berdewam e û wiha anî ziman: “Em îro daketina qadan da ku teqez bikin ku em li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê ne. Têkoşîna me di her aliyan de berdewam e heya vegerîn Efrîna rizgarkirî.”
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Merwa Nebhan jî got: “Em bi ciwanên Efrînê re bûne yek û derketin meşa li dijî dagirkeriya Tirkiyê, çalakiyên me berdewam in, em ê dagikeran ji Efrîn û tevahî herêmê dagirkerî yên Sûriyê biqewitînin.”
Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.