Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev seat 18:30 li Marsilya Qada Marîgnane hatin gel hev û heya ber avahiya Şaredariyê meşiyan.
MARSİLYA- Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev seat 18:30 li Marsilya Qada Marîgnane hatin gel hev û heya ber avahiya Şaredariyê meşiyan. Ciwanan, posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo berxwedana Leyla Guven a ku 65 roje di greva birçîbûnê de ye vekirin. Çalakvanan di meş de diruşmên ”Bê Serok Jiyan Nabe”, ”Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne” û bi zimana Frensî ”Ji Ocalan re Azadî” berz kirin.
Her wiha Ciwanên li ber avahiya Şarederiyê daxuyaniyek dan û bal kişandin liser tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û berxwedana Çalakvanên greva birçîbûnê a ku Leyla Guven 65 roje pêşengtî dike. Her wiha ciwanan di daxuyaniyê de banga tevli bûna meşa sibê ya Parîs’ê yê ku ji bo qetlîama Parîs’ê were protesto kirin.