KCD bang li gel kir ku her şev li gor seata Amed’ê 20:00 de tevli çalakiya çiragirtin û dengderxistinê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji ber Leyla Guven ê ku hevseroka KCDê ye û parlementera HDPê ya Colêmergê ye û 65 roj in ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirin ketiye greva birçibûyîna bêdem, bîryara çalakiyên ku her şev di seat 20.00’an de çiragirtin û dengderxistinê girtin. KCDê, bîryara çalakiyê di hesaba xwe yê Twitterê de weşandin û bang li piştgiriyê kirin.
Daxuyaniya KCDê wiha ye; ” Ji bo Leyla Guven ê ku Hevseroka me ye, 65 roj in di greva birçîbûyîna bêdem û bêdorveger de ye û di heman demê de ji bo berxwedanên girtiyên azadiyê ji îro pê de her şev di seat 20.00’an de çalakiyên çiragirtin û dengderxistinê wê were lidarxistin. Deng li berxwedanê bidin”.
#DengLiBerxwedanêBidin (#DirenişeSesVer)