Êrîşên artêşa Tirk li ser Qada Parastina Medyayê berdewam dike. Lê êdî wek jiberek heman daxuyanî ji aliyê ”MSB” ve tê kirin. Li dijî vê Navenda Ragihandina HPG ji bi daxuyaniya xwe derewa artêşa Tirk û hemû argumanên wî vala diderdixe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk ê dagirker her roj ku cihekî din dixwaze dagir bike û her wiha li Başûrê Kurdistanê jî dixwaze bi êrîşên hewayî ev dagirkeriya xwe kurttir bike. Hesaba TSK li ser Twitterê her roj pişte êrîşên hewayî li axa başurê Kurdistanê bi heman zimanê daxuyaniyek dide. Di daxuyaniya xwe de jî wêneyekî balafirê parve dike.
Daxuyaniya ku bi pergal tê kirin wiha ye: ‘’Tevgerên hewayî ya ji aliyê Hêzên Çekdariya Tirk (TSK) ve li ser Bakur’ê Irak’ê tê kirin de, mevziyên çekê yê ku ji aliyê terorîstan ve tê bikaranîn, baregeh, manga û depoya wan ê muhîmmatê hate îmha kirin.’’. Ji aliyê din tiştê ku bale mirov dikşîne jî êdî daxuyaniyan Wezareta Parastina Netewî (MSB) ve tê kirin.
Artêşa Tirk ê dagirker her roj balafirên xwe ji Amed’ê radike û diçe gund, bax û bostanên li Herema Parastina Medyayê bomberdiman dike. Piştre jî bi daxuyaniyekî ku her tim bikar tînin ve êrîşê xwe dide daxuyandin. Lê belê êdî wek berê çapemeniya havuzê girîngî nade van daxuyaniyan û tene bi nûçeyekî biçûk di Ajansa Anadolu (AA) de derbas dibe.
Lê Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-BİM) di derheqa bomberdimanan de daxuyaniyek fireh belav dike û êrîş li ku derê hatiye kirin û encamên wan diyar dike. Bi van daxuyaniyên xwe artêşa Tirk û hemû argumanên wî vala diderdixe