QSD Bilançoya 24 Seatên Dawî Eşkere Kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 24 seatên dawî eşkere kir û got; 15 öeteyên dagirker hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encama çalakiyên Şerê Tunekirina Terorê yên 24 saatên dawîn eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê şervanan li derdora bajarokê El-Şafa li dijî çeteyan çalakiyek li dar xist û şerên dijwar rû dan. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û şervanan hin xalên nû bi dest xistin. Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

“Li aliyekî din ê vî baskê hemleyê, hêzên me kîlometreyekê pêşde çûn û li 17 xalên nû bi cih bûn. Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin, her wiha balafirên hêzên koalîsyonê jî êrîşên asmanî li dijî baregehên çeteyan pêk anîn.

Rêxistina terorê li dijî çeperên şervanên me êrîşek pêk anî, di êrîşê de çekên giran û navîn û firokeyên  bêmirov bi kar anîn. Şervanên me êrîş têk birin, firokeyek anî xwarê û hijmarek çete jî hatin kuştin.

Piştî êrîşê hêzên me li herêmê çalakiya lêgerînê pêk anî, di çalakiyê de hejmarek çek û cebilxaneyên terorîstan hatin bidestxisin, her wiha ekîbên rakirina mayinan jî herêmê ji mayinan paqij dikin.

Li herêmê heta saeta amadekirina vê bîlançoyê jî şer û pevçûn dewam dikin.

Encamên dawîn ên şer û pevçûnan:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 15 terorîst.

– Hejmara çek û cebilxaneya hatiye bidestxistin: 4 lûleyên çekên M16, çekek BKS, çekek Law, depoya guleyên doçka ya 14.5 mm.

– Windahiyên terorîstan: 20 çeperên terorîstan hatin rûxandin, kargeheke mayinan hate rûxandin, 2 erebeyên bombekirî, çepereke mayinan, topeke hewanê, 3 depoyên mayinan û cihekî firokeyên bêmirov hatin rûxandin.

– Hêzên koalîsyonê jî 28 êrîşên asmanî pêk anîn.”

Nivîsa Pêş