Endamê meclîsa ciwanan ê HDP ê Vedat Çelîkel êrîşên li ser Rojava nirxand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê meclîsa ciwanan ê HDP ê Vedat Çelîkel li ser êrîşên dawî li ser Rojava ji ajansê me re nirxand.
Vedat Çelîkel got ku; ”Naxwezin Kurd li Rojava deskevtiyan bi dest bixin. Ji bo vê jî divê hemû ciwanên Azadîxwaz u aşîtîxwaz li hember van êrîşan derkevin. Êrîşên leşkerî u siyasî ên dewleta Tirk li ser Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Herî dawî jî dewleta Tirk biryara êrîşa Rojava girt u sewqiyat li sînorê Rojava kir. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi êrîşan car caran jî provakasyonan dikin.”
Çelîkel got: ”Ev êrîş nû nînin. Bi vexwendina Tirkiyê a hevserokê PYD ê Salîh Muslîm ev êrîş dest pê kirin . Ji ber ku Salîh Muslîm nebû hevkarê politikayên wan ê qirêj, wexta ku rêvebirên PYD ê van politikayan qebûl nekirin dewleta Tirk êrîş da dest pê kirin. Bi taybetî jî her ku li Tirkiyê hilbijartin nêz dibin êrîşên li ser Rojava dixin rojevê. Ev di hilbijartina 1 ê mijdarê de jî di hilbijartina 24 ê pêşberê jî wusa bû . Ji xwe beriya hilbijartina 24 pûşberê êrîşên Efrînê kirin.
“Îro Rojava sibê Bakur “
Çelîkel got ku; ”Ev êrîş bandorekî neyînî li jiyana hemû Kurdan dike. Jiber wê jî ne tenê ciwan divê hemu kes li hember van êrîşan ne razîbûna xwe diyar bikin. Jiber ku naxwezin Kurd li rojava serbikevin wê êrîşên xwe zêde bikin. Lewma jî divê li hember van êrîşan hemu gel berxwedanekî bêhempa bidin nîşan. Lewra ev êrîşên li Rojava sibê dibe ku li ser Bakur jî bikin. Ji bo jî divê hemû gel bi taybetî jî ciwan bi rêxistinî ji van êrîşan re bibin bersiv. Hemû sazî u kesên parastvaniya mafê mirovan dikin dengê xwe ji van êrîşan re blind bikin.
Engîn Cudî/ NC- AMED