Di turnoveya pêla yekemîn a li ser asta herêma Cizîre de îro li Qamişlo maçek hate lîstin.
QAMIŞLO – Di turnoveya pêla yekemîn ya li ser asta herêma Cizîre de îro li Qamişlo maçek hate lîstin. Qlûba Al-tarîq û qlûba Qamişlo li stadgeha Heysem Keco yê bajarê Qamişlo hatin li hemberî hev.
Al-Tariq di nîvê yekem de golek avêt û paşî di destpêka nîvê duyem de, Al-Tariq ji nû ve golek xwe ya duyemîn avêt û serket.
Herçiqas Qluba Qamilo xwest bikeve parastinê û encamê biguhirine jî lê Al-Tariq destur neda û bi fîtiqa dawî maç qediya.