NAVENDA NÛÇEYAN
Nivîsa ku me di derbarê şalûz û nanxuran de nivîsî, tenê sûreta çiyayê qeşayê ku yê bi qasî tê dîtinê ye. Tenê ev qasî jî şalûz û nanxurên qesrê çawa şerê teybetê dixebitînin radixe ber çavan. Û vî tiştî her roj, her hûrdemê û her kêliyê bê navber dikin. Hişmendiya civak her û her di bin bombebarana şerê teybet de dihêlin. Serokatiya Beşsaziya Şerê Teybet jî ji ber vê hatiye avakirin û navenda şerê teybet e. Û di vê navendê de ji bo her deverê ku têne hedefgirtin jî beşek hatiye avakirin. Ango tora şerê teybetê rasterast hatiye hûnandin. Ji bo zanîngehan, ji bo xwendekaran, ji bo partiyên siyasî, ji bo çapemeniya azad, ji bo jinan, ji bo ciwanan, ji bo sendîqa û karkeran beşên cuda hatine avakirin û bi vî awayî jî her gavên wan tê şopandin. Û bi riya medyayê jî li ser kes û derdorên ku tên şopandin şerê teybet didin meşandin. Her beş di qada xwe de, wek şalûzên şerê teybetê xwe xwedî dikin.
Bila be, ev tora şerê teybet, bi rê û rêbazên hêsa û jirêzê ve dikarin bigihîjin armanca xwe? An jî bi vî awayî temamî civakê dikarin melisînin û radest bigrin? An jî dikarin li ser hedefa esas, li ser ciwanan serkeftî bibin? Helbet jî nikare. Heke karîba ji mêj ve vî tiştî kiriba. Heke karîba civakê radest bigre û bimelisîne, ji dema Denîz Gezmîşan dest pê kiriba û li zîndana Amedê jî biqedanda. Di Derbeya 12 Îlonê de jî serkeftina xwe pîroz bikira. Nexwe hêza wî ya pê bikare nîn e. Şerê teybet, ev bi salane li Kurdistanê li dewrê ye û her ku diçe xwe zêdetir dike. Herî dawî, di heyama serçeteyê de jî bûye tora şerê teybet. Lê tora şerê teybet, xwe tenê bi Kurdistanê re jî bisînor nake. Êdî gelên Tirkiye jî hedefa şerê teybet in. Ango tora şerê teybetê ku hatiye avakirin bi serkeftî ye? Na, nîne. Gotinek heye; “ Tiştên ku hûn îro dikin, berî bav û axayên we jî dikirin ; lê ew serneketin, ma hûn ê serbikevin“. Bi rastî jî bav û axayên wan vî tiştî gelek caran ceribandin, him ji bi awayek hovane ceribandin. Lê serneketin. Lê belê dîsa jî şerê teybetê ya îro tenê li aliyekî serkeftî ne; ew jî xwe wek torê birêxistin kirine û bi operasyonên ferasetê ve jî civak aciz kirine. Ji xeynî vê tu serkeftiyên wan tuneye. Û diyar e ku sernekevin jî. Di nivîsên berî de jî me gotibû. Şerê teybeta îro, di civakê de tenê hêrs û xişma çêdike. Û tu hêz jî nikarin li pêşiya hêrsa gel bisekine. Ji bo şalûzên şerê teybetê jî ev derbasdar e.
Belê, şerê teybet ne nebez e. Şerê teybet, hê jî li hember gel û ciwanan encamek negirtiye. Şerê teybet, negihiştiye armanca xwe. Heke şerê teybet serketîba, niha nûçeyên hîn cuda bianiya rojevê. Wê çaxê gel û derdorên dijber wek terorîst îlan nedikir. Heke şerê teybet serketîba, wê çaxê gel dev ji berxwedanê berdaba. Niha herkes ala faşîzmê bidaliqanda. Ji ber ku şerê teybet kesên faşîst diafirîne. Heke şerê teybet serketîba, ciwan nediman. Ciwan di nava çalakiyan de nedibûn, li hemberî faşîzmê nedibûn yek û ji bo zanîngehên xweser netêdikoşiyan. Heke şerê teybet serketîba, ewqas ciwan bi hinceta parvekirinên tora civakî nedihatin girtin. Heke şerê teybet serketîba, karker grev nedikirin, jin deng dernedixistin, partiyên siyasî li meclîsê serkeftina TCê pîroz dikirin û hunermend rexne li desthilatdariyê nedianîn, bi nêzîkatiya “ huner ji bo hunerê ye“ bi ser de “ huner ji bo faşîzmê ye“ tevbigeriyan. Ango em dibêjin şerê teybet ne serkeftî ye. Dişelife û dişewişe. Rûpoşa wan ha ket ha wê bikeve. Karê em bikin pir e. Li hemberî şerê teybet, em Ê bi “ Şerê Şoreşgeriyê “ ve bersiv bidinê. Me di destpêka nivîsê de jî got. Ne hewceye ku em serê xwe biêşînin û biwestînin. Heke em wê tiştê bizanibin, dikarin şerê teybetê vala derxînin. Gotina ku Serok APO her û her ji me re dibêje, ji bo destpêkirinê nîşane ye; “ PAŞEROJ, her dem hê RASTIR e“. Her tiştê me di paşerojê de veşartî ye. Nirxên me, wîcdanên me, hezkirinên me, hestên me, xeyalên me û hwd. di paşerojê de veşartî ne. Û li wir hê rastir in. Paşêroja xwe bînin bîra xwe. Pîvanên rewiştê, di nirxên me yên civakî ya paşerojê de pir e an di nirxên me yên ku li bin zilma şerê teybetê de? Bêguman, pîvanên rewiştî ya paşerojê hîn bêhtir zindî ne. Hîn çêker e. Hîn pêkhêner û dadwer e. Hîn parvekar û alînegir e. Lê belê îro em bikarin bêjin ku ev nirxekî rewiştiye hema hema nemaye. Mirov di alema “EZ”an de xwe wendakirine. Di navenda her tiştê de “EZ“ heye. Tiştê ku bi navê “EM“ tuneye. Ji ber vê jî em ji paşeroja xwe hêz bigrin. Em ê ji nirxên wê ya çêker û pêkhêner hêz bigrin û têbikoşin.
ANDOK ÖZGÜR