Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, der barê hevdîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de got: “Hevdîtina Mehmet Ocalan nayê wateya ku dawî li tecrîdê hatiye. Em ê çend roj şûnde vê yekê bi berfirehî parve bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- HDP’a Stenbolê ji bo balê bikişîna ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyan ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê dan destpêkirin, lo Okmeydaniyê bi gel re civînek çêkir. Tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û bi sedan welatiyî, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdarî civînê bû.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser hevdîtina ku îro bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve hate kirin de jî axîvî û wiha got; ‘’Îro Mehmet Ocalan bi Birêz Ocalan re hevdîtinek çêkir. Em ê çend roj şûnde hûrguliyên wê bi raya giştî re parve bikin. Hevdîtina Mehmet Ocalan nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Ev hevdîtin girîng e, lê divê bi vê neyê sînordarkirin. Pêvajoya li pêş me pêvajoyeke zehmet e. Me tim û tim dît rojên ronahî bi têkoşînê hatine.”