Nasir Yagiz; ”Heya ku em ji rewşa tendirûstiya Rêber Apo baş agahdar nebin, wê çalakiya min berdewam bike. Divê hemû cîhan bizane, îradeya gelê Kurd gelek mezin e û ti kes nikare xwe li ber vê îradeyê bigire.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Ev 53 roj in li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan, berdewam dike.
Endamê Meclîsa HDP’ê li Hewlêrê, Nasir Yagiz jî ji roja destpêkê ve ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz ev 53 roj in di greva birçîbûnê deye. Nasir Yagiz di derbarê hevdîtina bi Ocalan re ji RojNews re axivî û got: “Di jiyana xwe de ez ti carî ewqas kefxweş nebûme, bi rastî jî bi bihîstina vê nûçeyê re ez gelek kêfxweş im.”
Yagiz di dûmahîka axaftina xwe de got ku: “Heya ku em ji rewşa tendirûstiya Rêber Apo baş agahdar nebin, wê çalakiya min berdewam bike. Divê hemû cîhan bizane, îradeya gelê Kurd gelek mezin e û ti kes nikare xwe li ber vê îradeyê bigire.”