HPG bi daxuyaniyekî li ser êrîşên hewayî ragihand û got tu ziyan ne gihiştiye hêzên me.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja 12’ê Çileyê saet navbera 15:30 û 17:00 balafirên şer bombe li qada Werxelê ya herêma Zapê, qada Xanturê ya herêma Heftanînê, qada Cîloyê Biçûk ê li herêma Zapê û qada Kanî Sarkê ya li herêma Garê barandin.
Balafirên şer 10’ê Çileyê saet 21:30’î jî bombe li qada Kanî Sarkê ya herêma Garê barandin.
Ji ber bomberdûmanê ti ziyan negihişt hêzên me.”