Li Êlihê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meş hat lidarixistin û polîsan mudaxeleyî meşê kir. Di mudaxeleyê de polîsan Namzetê Hevşaredariya Êlihê yê HDP’ê Sabrî Ozdemîr binçav kirin.
ÊLIH – Rêxistinê HDP’ê û DBP’ê yên Êlihê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek protestoyê li dar xistin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik, Hevserokê DBP’a Êlihê Şukru Tapkan, Namzetên Hevşaredariya Êlihê yên HDP’ê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr jî di nav de endam û rêveberên HDP’ê ji bo meşê li Kolana Gulîstanê kom bûn.
Girse bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmraliyê” ber bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ya li Dortyolê ye dest bi meşê kirin. Piştî demek kin polîsan rêya meşê girt. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse xwest bimeşe. Polîsan xwe li meşê ranegirt û mudaxele kirin.
Di kêliya mudaxeleyê de polîsên çekên lûle dirêj di destê wan de Namzetê Hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr binçav kirin.
Piştî mudaxeleyê girse derbasî avahiya HDP’ê ya Êlihê bûn.