Çalakvan İlhan Şîş; ”Mîna çalakgeran hemûyan ez jî dibêjim; heta ku tecrîd bi her awayî bê rakirin, ez ê greva xwe ya birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bidomînim.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Kurdistaniyê bi navê Îlhan Şîş ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 28 roj in li Gallerê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, ragihand ku wê çalakiya xwe bidomîne.
Şîş daxuyaniyek da û got, “Hevdîtina ku birayê Rêbertî pê re kir, mîna her kesî moral da gelê me yê li Gallerê û dostên xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derdikevin. Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê û çalakgerên Strasboûrgê yên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, piştî hevdîtina 15 deqeyan daxuyanî dan. Ez jî tevlî daxuyaniya wan dibim û tespîtên ku wan kirine, sedema min a ji bo dewamkirina çalakiyê ye.
Rêveberiya KCK’ê, berxwedêrên li zindanan û ‘Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku hevdîtina kin a ji 15 deqeyan, taktîkeke şerê taybet a rejîma AKP-MHP a faşîst e. Ji ber vê yekê, mîna çalakgeran hemûyan ez jî dibêjim; heta ku tecrîd bi her awayî bê rakirin, ez ê greva xwe ya birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bidomînim.”