Ciwanên Şengalê; ”Heta ku Serok Apo em ji nava wan çar dîwarên Îmraliyê dernexin, dest ji têkoşîna xwe bernadin. Berovajiyê wê emê têkoşîna xwe gav bi gav mezintir bikin.”
ŞENGAL- Li her derê li dijî tecrîdê çalaki û daxuyaniyên ciwanan didome. Her wiha meşekî ji aliyê ciwanan ve li dijî tecrîdê 20 Çileyê de li tevahî cihanê were li dar xistin.
Li ser hevdîtinên ku duh bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve ji aliyê birayên wî Mehmet Ocalan ve hate kirin daxuyanî tên dayin û biryara berdewamkirina çalakiyan tê ragihandin. Yekitiya Ciwanên Êzîdî (YJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzîdî ( YCÊ-J) ve daxuyaniyek hate dayin. Ciwanên Şengalê di daxuyaniya xwe de gotin ku; ”Em kêlî bi kêlî rojên serkeftinê jiyan dikin. Bi vê fikr û baweriyê jî serkeftin ya me ye. Li sêr vî esasî ji bo azadiya Serok Apo, parçekirina dagirkeriyê û azadiya Kurdistanê hemû ciwanan dawetî meşa 20’ê Çileyê dikin.
Daxuyanî Ciwanên Şengalê wiha ye:
”Em di serdemeke ku dijmin bi hemû hêza xwe êrîş dike re derbas dibin. Lê têkoşîn û berxwedaniya gelê me da diyar kirin ku êrîş çiqas dijwar û mezin bibe jî dema li hemberî van êrîşan têkoşîn û berxwedaniyek hebe, tu hêzên desthilatdar nikare xwe li ser lingan bigre û mecbur dimîne paş de gav bavêje.
Dewleta faşist û serokê wê Erdoxan ji bo îradeya civaka me bişkîne û koletiyê li ser ferz bike, hertim Serok Apo dike hedefa êrîşê xwe. Di dema komployê de bi çalakiyên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” pêşî li armanca qomployê hate girtin, di heman demê de îro ji bo tecrîda li ser Serok Apo bê şikestin çalakiyên greva birçîbûnê di bin navê “Emê tecrîdê bişkînin, dagirkeriyê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” hate lidar xistin. Bêguman ji bo tecrîda li ser Serok Apo bê şikestin hevdîtin gavekî girîng e, lê belê azadiya Kurdistan bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye. Ji bo vê jî em ji dijminê faşîst û desthilatdar re dibêjin, heta ku Serok Apo em ji nava wan çar dîwarên Îmraliyê dernexin, dest ji têkoşîna xwe bernadin. Berovajiyê wê emê têkoşîna xwe gav bi gav mezintir bikin.
Bangawaziya me ji bo hemû ciwanên Êzîdxanê; werin di nava tifaqiya vê berxwedaniyê de ciyê xwe bigrin û bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin. Em kêlî bi kêlî rojên serkeftinê jiyan dikin. Bi vê fikr û baweriyê jî serkeftin ya me ye. Li sêr vî esasî ji bo azadiya Serok Apo, parçekirina dagirkeriyê û azadiya Kurdistanê hemû ciwanan dawetî meşa 20’ê Çileyê dikin.”