Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nasnameya 3 şervanên YPG’ê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nasnameya 3 şervanên YPG’ê eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê Bakur-Rojhilatê Kurdistanê re xwest û hemû şehîdên têkoşînê bi bîr anî.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;
“3 rêhevalên me di dîroka navbera 7 û 11’ê Çileyê de li Dêra Zorê û Helebê şehîd bûn. Di derbarê şehadetê rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a qonaxa dawî ya Şêrê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên şervanên me didome û di encama operasyonan de yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê lidarxistin, derbên giran li çeteyan tê dayîn. Di vê çarçoveyê de;
7 û 11’ê Çileyê li gundê Şafaa û derdora wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hatin lidarxistin. Di van operasyonan de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û her wiha gelek çek û cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên me. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Ehmed Girkêlegê
Nav û Paşnav: Mihemed Lîlî
Navê Dayikê: Qumra
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Demê Şehadetê: Dêrezor / 7’ê Çileya 2019
***
Nasnav: Xelîl Dêrik
Nav û Paşnav: Hemze Şawîş
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Dêrik
Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 11’ê Çileya 2019’an
Rêhevalê me Serbest Omer bi nasnav Çiya Kurd ku li Helebê bi erka xwe radibû di encama dilêşiyê de şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Em ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û gelê me re sersaxiyê dixwazin û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Nasnav: Çiya Kurd
Nav û Paşnav: Serbest Omer
Navê Dayikê: Nazliye
Navê Bav: Behçet
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Demê Şehadetê: Heleb / 11’ê Çileya 2019’an”