Hat zanîn ku Serokê Baskê Jinan ya AKPê Gullu Aydin Yilmaz, ji şîrketa Şaredariya Tîreboluya Gîresûnê “ RÊVEBIRIYA BAJARIYΓ meaş distîne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Heman wextê, sekretera Serokê Navçeyê ya AKP û xizmekî serokê navçeyê Abdullah Karapiçak jî ji şaredariyê meaş distînin.
Yilmaz ê ku ji şaredariyê 1665 TL meaş distîne, îdîayê sererast kir. Yilmaz got; “ Belê di şîrketa şarederiyê de me. Lê niha ji bo karekî bihûrbar li nexweşxaneyê dixebitim. Lê ji şaredariyê meaş distînim.”
Sekretera Serokê Navçeyê ya AKP yê Hasan Durmuşkaya Kubra Îmamoglu jî ji şîrketa şaredariyê 1735 TL meaş distîne.
Da zanîn ku xizmê Karapiçak Abdulhamît Karapiçak jî wek gerînende hatiye nîşandan û ji heman şîrketa şaredariyê 5000 TL meaş distîne.