NAVENDA NÛÇAYAN
Ziman, di navbera navgînên ragihandinê de yê herî bibandor e. Helbet li derveyî ziman jî mirov ketine têkiliyê. Lê belê şoreşa zimanê ya mirovahiyê, têkiliyan, li gor navgînên din ên ragihandinê hîn bêhtir pêşxistiye. Gizik, hest û parvekirinan, bi şoreşa zimanê mirovahiyê ve, hîn leztir û bêyî xeletî hatiye avakirin. Di pêşketina civakî de, “ziman”, ji bo lihevkirin û pirsgirêk çareserkirinê derketiye holê. Li gor hin zanyarên zanîstî, lemlateyê ziman, di nav lemlateyên mirovan de yê herî dixebite ye. Derew: wek sosyolojîk gelek pênaseyên wê hene. Û di vî warî de çavkaniyên herî bi ewle jî civak bixwe ye. Li gor derew û şêwaza şixûlîna derewê, civak, helwestên xwe didin der. Mînak; derewên zarokatiyê hene, derewên bêzirar hene, qaşo derew hene. Ji aliyê civak ve derewên wisa belku xor nayê dîtin. Lê belê derewên wisa hene ku di şêwaza ne hûn bêjin ne jî em de ye. Û di civakê de ev şerm e, guneh e û li dervayî rewiştî ye. Hinek ji van; derewên QESRê, derewên şaristanî, derewên desthilatdarî û hwd. ne. Civak, derewên wisa efû jî nakin qebûl jî nakin. Ji ber wê jî li hemberî derewên wisa helwest û bertekên civak pêşdikeve. Ango civak, ji derewên wisa aciz dibe û dikerihe. Em derbasî mijara xwe yê esas bibin. Bila be, derew û derewkarên ku civak ji wan aciz in, çima derewa dikin? Li gor lêkolîneke, yên ku derewan dikin di nava hestên wek êrîşkarî, hesûdî, hîsnîzmî û sûcdariyê de ne. Bi vî awayî, bi derewan xwe tînin ziman. Yek ji wan derewkaran, kesê ku em ji nêz ve nasdikin, Serekê Faşîst Erdogan e. Lemlateya zimanê Serekê Faşîst Erdogan pir pêşketiye. Û bi vî awayî jî pir caran tê dîtin ku derewên xwe jî diderewîne. Ango bi derewandina derewên xwe ve civak aciz dike. Vê rewşê jî bênavber jî didomîne.
Di esasê xwe de, rewşa Serekê faşîst Erdogan, di hal û ehwalê hemû serekên faşîst de tê dîtin. Çawa ku Hîtler, ser Cihûyan derew ava kir û sedema paşdemayînê jî wek Cihûyan nîşan da, niha jî Erdogan heman tiştê li ser dijberan dike. Li ser Kurdan dike. Sedema êrîşkarî û hesûdiya Erdogan, kesên ku bi dil û can ji Rêber APO re girêdayî ne. Fedaiyên Rêber APO hene; lê yê Erdogan jî tenê şalûz û nanxurên wî hene. Kesê ku em naxwazin navê wî bînin ziman jî ji ber hesûdiya xwe negotibû: “ Artêşa Rêber APO heye, lê pisîka min jî tuneye.“ û di vê derbarê de helbest nivîsand. Erdogan teqez derewkarekî biboç e û bi derewên xwe yên biboç ve jî navdar e. Erdogan, di hemû derewên xwe de Kurdan tîne ziman û bi derewên mezin ve jî hedef diheyirîne. Heydê Kurd di hedefê de ne û gelên Tirkiye jî jê ne haydar e. Lê çima ji derewên di derheqê gelê Tirkiyeyê de ango di ya xwe de ne haydar in? Em nikarin derewên Erdogan bi rêz bikin. Lê belê mînaka herî hêsa, Serekê faşîst Erdogan negotibû ku li kîjan deverê grev çêbibe, em li wir rewşa awarte îlan bikin û êrîşê bi grevê bikin. Yên ku dixwazin dikarin lêkolînê bikin. Û herî dawî jî bi gotina “ di dema me de grev û felan tiştan nema “ ve derewek mezin neanî ziman? Medyayê Erdogan ê ku “ di dema me de grev nema“ got, greva karkarên Balafirgeha Sêyemîn nîşan neda. 500 karker, hatin binçavkirin û girtin. Îro li gelek deveran, karker di grevê de ne û çalakî jî didomin.
Ango bi kurtasî, dawiya derewên Erdogan lê nayê. Heke civak, Tirkiye û Kurdistanek bêderew bixwaze, divê ewilî ji derewên biboç û derewkarên biboç xwe xelas bike. Faşist şeflerinin yanına göndermelidir. Heke gotin di cî de be, divê ji poçikên wî de bigre û biavêje sergoyê. Divê ku wî bişînin ba serekên xwe yên faşîst.
ANDOK OZGÛR