Ajansa Anadoluyê îro serê sibê di derheqa qaşo operasyona li dijî HTŞ’ê de nûçeyek parve kir, lê piştre ev nûçe rakir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Îro nûçeyek ket li ser ragihandina Ajansa Anadoluyê (AA). Nûçe di derheqa ku li dijî HTŞ’ê yê ku bi girêdayina xwe ya El-Qaîde ve tê zanîn de bû. hate gotin ku 13 endamên HTŞ’ê li Edene hate binçavkirin. Di operasyona ku serê sibê hate kirin ket ajansa serdestiya AKP, lê demek şunde wekî ku ev nûçe ket ne ketiye weşandin ji ajansa Anadoluyê hate rakirin.
Tê zanîn Erdogan her çiqas bi zora ABD û Rusya yê HTŞ’ê ya ku girêdayê El Nusra ya El-Qaîde ye ji komên terorîst îlan kiribe jî bi vekirî tu mudaxala wî ji HTş’ê re ne bibû û heta her çiqas navê wî nehatibe danîn jî hevkartiyek veşartî di navbera wan de heye.
Pirsa mirov li vir mirov biprse ew e ku AKP û Erdogan çima li dijî HTŞ ê ku bi hev re tevdigeriya re operasyonek binçavkirinê pêkanî? Her wiha bi vê di xwaz e çi bike?
Pirsa herî girîng jî ew e Ajansa Anadoluyê çima vê nûçeyê destpê kê de parve kir piştre jî rakir. Gelo bêyî agahiya AKp ev nûçe ket? An jî bi fermana AKP ve ku naxwaze destê xwe bide HTŞ hate rakirin?
Em nûçeya ku AA parvekir wêneyê wî parve dikin.