Dozger di îdîanameya ji 12 rûpelan pêk tê de Kurşun bi “Endamtiya Rexistinê” tawanbar dike. Wek delîl jî nûçeyên Ciwannews.news tê nîşandan.
MÊRDÎN – Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştî salekê îdîanameya xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Çetîn Kurşun ku girtî tê darizandin amade kir. Kurşun dê di 7’ê Sibatê de derkeve pêşberî dadgehê.
Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê piştî salekê der barê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Çetîn Kurşun de îdîaname amade kir. Îdîaname ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Polîsan di 6’ê Sibata 2018’an de bi ser malbata Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Çetin Kurşun de girtibû. Polîsan di serdegirtina malê de Çetîn Kurşun û birayê wî Sedat Kurşun li malê binçav kiribûn. Piştî Çetîn û Sedat Kurşun 13 rojan di bin çavan de hatin girtin, Çetin Kurşun li dadgehê hat girtin û Sedat Kurşun jî serbest hatibû berdan.
Çetîn Kurşun ku nêzî salekê ye li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye hêj nû dozger îdîanameya der barê wî û birayê wî de amade kir. Dozger di îdîanameya ji 12 rûpelan pêk tê de Kurşun bi “Endamtiya Rexistinê” tawanbar dike. Wek delîl jî nûçeyên Ciwannews.news tê nîşandan. Îddaname bigişt3i bi van nûçeyan ve hatiye dagirtin
Danişina yekem dê li 7’ê Sibatê de bê dîtin.