Komîteyên Zindanan ên PKK-PAJK’ê ; ”Em bang li gelê Kurd, gelên Kurdistanî, dostên xwe, raya giştî ya demokratîk, saziyên alîgirê demokrasiyê dikin ku li dora çalakiyên greva birçîbûnê li hev bicivin û têkoşînê mezin bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN– Komîteyên Zindanan ên PKK-PAJK’ê li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Komîteyan ragihandin: “Rêber Apo bîst sal in li dijî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê bi rengekî dîrokî û bi heybet li ber xwe dide. Ev berxwedana ku bi pêşengiya Rêber Apo li dijî hêzên komploger û dewleta Tirk a faşîst tê kirin, lîstik û hesabên li dijî gelan, li dijî azadî û demokrasiyê hatin kirin, têk bir û her têk dibe.
Ji ber vê yekê, hêzên komploger ên navneteweyî û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd biqedîne, gelê Kurd ji aliyê siyasî û çandî ve qir bike, serweriya xwe li ser gelên Anatolî û Rojhilata Navîn ferz bike, bi şêweyekî giran Rêber Apo tecrîd dike û dixwaze polîtîkayên xwe bi ser bixîne. Lewma, terîdkirina Rêber Apo tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd, gelên Anatolî û Rojhilata Navîn, tecrîdkirina mirovên daxwaza azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê dikin.”
Di dewama daxuyaniyan de işaret bi van xusûsan hate kirin:
‘DAXWAZA GIRTIYAN DI TÊKOŞÎNA DIJÎ FAŞÎZMÊ DE DI ASTA DÎROKÎ DE GIRÎNG E’
“Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û dostên wan, bîst sal in li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi rengekî bê eman têdikoşin. Pêngava ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ku bi pêşengiya girtiyan dest pê kiriye, asta herî bilind a têkoşîna li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye û armanca xwe ew e ku teqez encamê bigire û faşîzmê têk bibe.
Pêwîste daxwaza girtiyan bi taybetî ya Leyla Guven rast were fêhmkirin. Ev daxwaza daxwazeke ji rêzê û rojane nîne. Di têkoşîna dijî faşîzmê de daxwazeke esasî û dîrokî ye. Hevdîtina carekê ya birayê wî bi Rêbertî re, ya jî hevdîtina CPT bi Rêber Apo re nayê wateya rabûna tecrîdê. Rabûna tecrîdê beriya her tiştî tê wateya bidawîbûna sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, rabûna kiryarên antî-demokratîk ên li Îmraliyê, pêkhatina têkiliya Rêberê me bi dinya derve re, soza ji bo hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi parêzer û malbatê re, kontrolkirina Rêberê me ji aliyê hekîmên serbixwe ve. Pêngava berxwedanê li ser vê bingehê bi armanca rakirina tecrîdê tê meşandin.
YA KU DIKEVE SER MILÊ ME EW E KU BI RAKIRINA TECRÎDÊ RE DAWÎ LI FAŞÎZMÊ BÎNIN
Nêzîkatiya dawî ya deshilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ew e, ku berxwedanê pûç bike û nehêle mezin bibe û bibe malê civakê. Bêguman hevdîtina Rêberê me bi birayê xwe re cihê kêfxweşiyê ye û encameke vê berxwedanê ye. Lê belê ev rewş nayê wateya rabûna tecrîdê û gaveke ji bo pûçkirina pêngava li dijî tecrîdê. Tirsa herî mezin a faşîzmê berxwedana civakî ye. Ji ber vê yekê, ji bo karibe berxwedanê biqedîne serî li her rê û rêbazê dide û wê ji niha û pê ve jî serî lê bide. Ya ku dikeve ser milê me ew e; di nava her şert û mercî de li her deverê bi biryardarî berxwedanê mezin bikin û li ser bingeha rakirina tecrîdê, dawî li faşîzmê bînin.
GOTIN ÊDÎ BÊ WATE BÛYE
Pêngaveke wiha ya berxwedanê ku dîrokî ye, bi beşdariya gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat wê bi ser bikeve. Lewma greva birçîbûnê ya girtiyan berpirsyariya me tîne bîra me û ji bo em wezîfeyên xwe bi cih bînin bangekek ji bo me.
Çalakiya hevrê Leyla Guven di roja 68’an, ya hevrê Nasir Yagiz di roja 55’an de ye. Rewşa tenduristiyê ya her du hevrêyên me her nebaş dibe. Eger tavilê hewl neyê dayin, berxwedaneke ku bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst gav bi paş de bide avêtin neyê nîşandan, dibe ku encamên nayên xwestin rû bidin. Ji ber vê yekê gotin êdî bê wate bûye. Roj roja pratîkê ye, roja çalakiyê ye. Roj ew roj e ku bendên tirsê ji holê rakin, her derê bikin qada çalakiyan. Roj roja rizgariya ji tirs û fikarên ‘dijmin wê êrîş bike, destgîr bike, bigire’ û roja yekbûna bi yên bedena xwe dane ber mirinê, roja xwedîderketina li berxwedanê ye.
Li ser vê bingehê, em bang li gelê Kurd, gelên Kurdistanî, dostên xwe, raya giştî ya demokratîk, saziyên alîgirê demokrasiyê dikin ku li dora çalakiyên greva birçîbûnê li hev bicivin û têkoşînê mezin bikin.”