Êrîşa rejîma Îran’ê li dijî Gelê Kurd didome. pastarên Rejîmê carekÊ din êrîşê kolberan kir û 4 kolber hatin birîndarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh hêzên rejîma Îranê di navbera sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de êrîşê komek kolber kirine.
Di encama êrîşê de kolberê bi navê Namiq Xalimî û Karzan Emînzade yên ji gundê Xurîava yê Bane birîndar bûne. Herwiha kolberê din yê birîndar bûyî jî bi navê Cebar Ehmed yê ji gundê Kanî Sor yê ser bi Banê ye.
Li gorî agahiyan kolberê bi navê Karzan Emînzade ji ber giraniya birîna wî veguhestina nexweşxaneya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê.